Ji Mam Celal agahiyên baş tên. Ji aliyê Biraya Çapemeniyê a Qesra Serokomariya Iraqê ve hate ragihandin ku, tenduristiya Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, her roj ber bi başiyê ve diçe. Di daxuyaniya niviskî de tê diyarkirin ku, Serokomar Celal Talabanî, bi awakî erênî bersivê dide dermankirinê û ew rewşa jî li ser axaftin û hereketên wî bandoreke erênî berdide.
Mam Celal, di 18ê Berfenbara 2012 an de li Iraqê gran nexweş ketibû û rakiribûn nexweşxaneyê. Talabanî, ji 20ê Berfenbara 2012 an vir ve li Almanya, li Nexweşxana Charite tê dermankirin.