Di çarçoveya çareseriyê de 4 parlementerên BDPê, bi rêya bejahiyê, vê sibê ji bajarê Çorumê derbasa Sînopê bûn. Komekê dike li kolana bi navê Derinbogayê, li qehwexanekê parlementer Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tuncel, Levent Tuzel û Ertugrul Kurkçu pêşwazî bikirana. Dema ku haja xwediyê qehwexaneyê jê bû ku, koma ku dipê dike parlementerên BDPê pêşwazî bikin, wana ji qehwexanê derxistin û ala Tirkiyê daleqand û çû.
Parlementerên BDPê li mala mamosteyan xwestin ku civîna çapemeniyê lidarbixînên. Komeke nijadperest ku qasî 200 kesî bûn, slogan avêtin û parlementer protesto kirin. Dûra jî êrîş birine ser wesaîta parlementerên BDPê û xesareke mezin dane wesaîtê. Wesaît ji aliyê êrîşkaran ve hatiye talan kirin.
Parlementer Sirri Sureyya Onder, li hemberî helwesta polîsan bertek nîşan da û daxuyand ku, ger polîs nikaribin ewlehiya me temîn bikin, ew ê bi xwe çareya serê xwe bigerin. Onder diyar kiriye ku bi Wezareta Karênavxweyî re ketine têkiliyê û wana soz daye ku wê hêzên teqwîye bişînine wira.