Serrûpel Nûçe “Tirkiyê di azadiya çapemeniyê de daket rêza 154”

“Tirkiyê di azadiya çapemeniyê de daket rêza 154”

Belav bike

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Navneteweyî (RSF), rapora têkildarî Azadiya Çapemeniya  Cîhanê û rewşa rojnamegerên girtî raporek amade kir. RSF’ê di raporê de diyar kir ku di sala 2012’an de di azadiya çapemeniya cihanê de Tirkiye di nava 179 welatan de di rêza 154’an de cih girtiye û Tirkiye sal bi sal paşve diçe.

Li gori raporê Tirkiyeyê di nava welatên cîhanê de di sala 2005’an de di rêza 98’an de, di sala 2006’an de 100, di sala 2007’an de 101, di sala 2008’an de 103, di sala 2009’an de 123, di sala 2010’an de 138 û di sala 2011’an de 148’an de cih girt. RSF’ê diyar kir ku Tirkiye ji bo rojnamegeran girtigeha herî mezin e. RSF’ê li Parîsê bi ser navê “Piştî baharan hêvî şikestî” rapor belav kir. RSF, bi ser navê “Modelên Herêmî yên Bêteşe” tespita Tirkiyeyê nîşan da. Sekreterê Giştî yê RSF’ê Christophe Deloire, diyar kir ku Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeh. Rûdaw-DIHA