Li Hewlêrê bingeha nexweşxaneyeke bi 330 text û li nahiyeya Xebat jî bingeha nexweşxaneyeke bi 100 textî hate danîn.
Her wiha beşdarî merasîma danîna bingeha balafirxaneya wezareta tendurustî bû.
Nêçîrvan Barzanî di merasima danan kevirê bingehîn yê nexweşxaneya 330 qerewêlî de peyvek pêşkeş kir û got:
– Me di destpêka avakirina kabîneya heftem a hikûmeta Kurdistanê de soz dabû ku, giringiyeke mezin bi warê saxlemiyê bidîn. Di yekem roja destbikarbûna vê kabîneyê de me bi kiryar dest bi cîbicîkirina wê biryarê kir. Di warê guhertin û di warê kontirolkirina hatina dermanan bo nav herêma Kurdistanê de, me bi rêya kompaniyeke Brîtaniyayê ku, nua karmendên me jî li ser destê wê kompniyê perwerde dibin, sîstemeke moderin ya kontirolkirina daramanan danaye.
– Xelkê Kurdistanê şahid e ku, di çend mehên borî de bi sedan ton ji dermanên xerap hatine jinavbirin û rê li hatina dermanên xerap bo nav herêma Kurdistaê hatiye girtin. Lê hêşta gelek kar maye em di vî warî de bikin.
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya peyva xwe de, ji bona pêşxistina warê saxlemiyê li herêma Kurdistanê, îşaret bi cîbicîkirina çar xalan kir:
1- Divê wîjdana tu kompaniyan rê jê re nede dermanên xerap bide xelkê Kurdistanê û mirovan bi awayekî giştî.
2- Divê wezareta saxlemiyê û kompaniyên taybetmend bi tu awayî rê ji tu kompaniyan re nedin, vêça kî li pişt wê kompaniyê be yan ya her kesî be bila bibe, dermanên xerap daxilê Kurdistanê bikin. Divê ji nuha û pê de wezareta saxlemiyê û saziyên peywendîdar yên herêma Kurdistanê gelek bi cidî li ser vê niqteyê rawestin. Em jî weke civata wezîran û serokatiya civata wezîran bi wezîfeya xwe dizanin piştgiryiê li vê pêngavê bikin.
3- Çênabe bi tu awayî li hember destûrdan bi kompaniyên anîna dermanan, depokirina dermanan û awayî hilgirtina dermanan li dermanxaneyam xemsarî bê kirin.
4- Daxwazê ji hikûmeta İraq dikim ku, ew jî li hember hatina dermanên saxte bo nav İraqê bi dijawrê tevbigerin. Ez hêvîdar im zêdetir hevahengî û hevkarî di navbeta wezareta saxlemiyê ya İraqê û ya herêma Kurdistanê de hebe daku bikaribin rê li pêşiya hatina dermanên saxte bigirin.
Li dor sîstema saxlemiyê li herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got:
– Sîstema saxlemiyê li İraqê û li herêma Kurdistanê jî ne li gor daxwazên serdemane yên mirov in. Em li herêma Kurdistanê, tevî berdewam karkirin ji bona pêşxistina xizmetgozariyên saxlemiyê û berfirehkirina wan, di heman demê de digel şarezayên cîhanê dişêwirin ku, pilaneke stratejîk ya saxlemiyê li herêma Kurdistanê deynîn. Sîstemek ku, bikaribe cîyê razîbûna xelkê Kurdistanê be û pêdawîstiyên xelkê Kurdistanê dabîn bike.
– Em lêdixebitin ku, hindek çareseriyên destpêkî û hindek çareseriyên mezin jî bibînin ku, zarokên min, zarokên sermayedrekî û yên malbateke hejar bikarin li nexweşxane û klînîkên herêma Kurdistanê bên çareserkirin û bawerî bi sektora saxlemiyê ya herêma Kurdistanê hebe û hizira xwe di hindê de neke ku, jı bo her nexweşiyeke biçûk berê xwe bide dervey welêt. Parastina saxlemiyê, rêgirtin li nexweşiyan û bilavbûna êşên cuda, ne bi tenê wezêfeya wezareta saxlemiya hikûmeta herêma Kurdistanê ye, lê belê wezîfeyeke mezin dikeve ser milên xelkî, karsazan û kompaniyên sektora taybet jî.
Serokwezîrê Kurdistanê di peyva xwe de tekîd kir ku, divê pizîşk û karmendên saxlemiyê rêzê li nexweş û hevwelatiyan bigirin:
– Dazwazê ji wezareta saxlemiyê dikim ku, ne bi tenê hewila çareserkirina nexweşan bide, lê belê divê beşek ji karê xwe yê giring jibîr neke ku, ew jî rêgirtine li nexweşiyan û neweşkeftina xelkî. Saxlemiya baş ji bo hemû civak û miletan sermayeyeke mezin e. Divê em bizanin ku, karê wezaret û saziyên ragehandinê hişiyarya xelkî ye. (KRG)