Stranbêja Kurd Rojîn, bû mêvanê bernameya televîzyona A Haberê û di derbarê peyvên “Kuzey Iraq” û “Kurdistan” de gotinên ecêb kirin.
Tê zanîn, çapemenî û rayedarên dewleta Tirkiyê, her ku behsa Kurdistana Başûr dikin, ji wir re dibêjin “Kuzey Irak – Iraqa Bakur.”
Rojîn li ser ekranên televîzyonê dibêje, gotina “Kuzey Iraq” bi Kurdî gellekî şerm e. Çimki peyva “Kuzey” bi Kurdî tê wateya lebateke jinan a ku bilêvkirin şerm e. Ew peyva jî “quz” e. Dema ku tu dibêjî Kuzey Iraq, mîna ku tu bibêjî, “q… Iraqê.”
Mixabin rastî ne wisa ye. Ti eleqa peyva “quz” û “kuzey” bi hev tine ye.