Serrûpel Nûçe Swêd êdî ne navenda wêjeya kurdî ye!

Swêd êdî ne navenda wêjeya kurdî ye!

Belav bike


Heçî lêkolînerê dîasporaya kurd Xalid Xeyatî ye ew dîaspora wek beşê Kurdistanê yê pêncem bi nav dike û nirxekî bilind dide vegera nivîskarên kurd.

Bi rûxandina rejima Baas ya Îraqê û bidestxistina statuya başûrê Kurdistanê re, gelek kurdên ku li Swêdê di kar û pîşeyên cuda de bûn vegeriyane başûr û ev veger hê jî berdewam e. Hinek şîrketan vedikin bazirganiyê dikin, hinek ji bo siyasetê bikin vegeriyane û hinek jî ji bo ku di dezgeheke kurdî de bixebitin çûne.

Li beşên din yên Kurdistanê, hîna kurd nebûye xwediyê statuyekê. Lê li bakurê Kurdistanê di van salên dawî de rewşa sîyasî û kulturî ber bi guhertinê ve diçe. Bi salên 80 û 90î re gava mirov qîyas dike gav bi gav şertên kirina sîyasetê û xebatên kurdî li bakur baştir dibin.

Û bi vê guhertinê re kesayetên kurd yên ku di salên 80î de ji ber zordariyan hatibûne Swêdê li mecalên vegera Kurdistanê û berdewamiya xebata xwe li wira digerin.

Berya sal û nîvekê sîyasetmedarê kurd Kemal Burkay piştî 33 salên li bîyaniyê spasiya Swêd kir û niha li Tirkî ew serokatiya partiya HAK-PARê dike.

Lutfî Baksî ku li Swêd demeke dirêj ma, ev çend salin vegeriyaye Dîyarbekirê û niha yek ji birêvebirên partiya KADEPê ye.

Hejmarek berbiçav jî ji bo karê wêjeyî û perwerdeyî yan tam vegeriyane, yan jî nîv vegeriyane, ango lingek wan li vir yek li wir e.

Û ev in yên mijara vê bernameyê. Em ê bi nivîskar Amed Tigris, Malmîsanij û Firat Cewerî re biaxivin bê ew çima vegeriyane û niha li welêt çi dikin. Paşê bi awireke berfireh şîroveya lêkolînerê dîaaspora kurd Xalid Xeyatî werbigrin, bê ew çawa li van vegeran dinêre.

Amed Tigris

Di nav 25 salên xwe yên li Swêdê de ew tim bi mamostetiya kurdî û karê nivîsandinê re mijûl bû. Gelek ji wan pirtûkên perwerdeyê bi dehan kitêbên wî li Swêdê hatine çapkirin. Demekê serokatiya Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê kir.

Niha ew li Dîyarbekirê di Akademîya Kurdî de li ser projeya ansîklopediya kurdî de kar dike.

Amed Tigris pêşî vegeriyaye û paşê li wir ketiye nav dezgeh û projeyên ku pisporiya wî di wan de heye.

Kesayetek din ku ev saleke vegeriyaye lêkolîner Malmîsanij e. Lê vegera Malmîsanij ji ya Amed Tigris tozek cuda ye. Dezgeheke resmî, Zanîngeha Artuklu ya li Mêrdînê pê re têkilî daniye û xisûsî ji bo dana perwerdeya kurdî ew vegeriya ye.

Malmîsanij

Piştî ku şeş salan di zindanên Tirkî de ma di 82ê de reviya Swêdê û bi xebatên xwe ew îro yek ji lêkolînerên kurd yê herî navdar e. Di nav berhemên Malmîsanij yên nas de lêkolînên li ser kirmanckî ango zazakî, yên li ser neteweya kurd, rêxistin û komeleyên kurd û Bedirxaniyan hene.

Niha ew li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê dersên kirmanckî û zimanên îranî dide.

Firat Cewerî demekê di TRT6ê de bernameyeke wêjeyî, edebî çêdikir û niha jî ew dide zanîn ku wî tevî çend kesên din, belgefîlmek ser Dêrsimê amade kiriye.

Firat Cewerî

Di sala 80î de tê Swêdê. Li vir di ber nivîsandina romanan re nêzîkê 10 salan wî kovara wêjeyî ya bi navê Nûdem derxist. Gelek klasîkên cîhanê wergerandine bo kurdî û ew endamê komîta kargêr ya PENa Swêdê ye.

Niha ew bi kurdî bernameyên televîzyonî li ser edebiyat û tarîxa kurdî amade dike.

Ev her sê nivîskarên kurd jî salên dirêj li Swêdê jiyane, kar û xebatên kurdî kirine û niha bi awayên cuda li bakurê Kurdistanê xebata xwe berdewam dikin.

Di van salên dawî de ji bilî wan jî gelek kes vegeriyane. Şerefxan Cizîrî, Ekrem Önen, Murad Ciwan û Zeynel Abidîn Zinar çend ji wan kesayetên dinin ku êdî bi awayekî, wek ku Firat Cewerî jî got lingekî wan li Swêdê ye, yek li welêt e.

Îcar gelo ji aliyê zanistî ve ev tê çi wateyê? Gelo bi vegerên wiha re ji bo dîaasporaya kurd pêvajoyeke nû dest pê dike? Ji bo bersiva van pirsan em bi Xalid Xeyatî re axivîn. Xeyatî ku lêkolîna xwe ya doktorayê li ser dîaspora kurd nivîsandiye ji bo dîasporayê “gotina beşê pêncem yê Kurdistanê” bikar tîne û ew bi erênî li vegerên bakur dinêre.

Xeyatî dibêje, bi vegera nivîskar, zimanzan û lêkolînerên kurd re wê Swêd wek navenda sereke ya wêje û zimanê kurdî nemîne. Lê bi raya wî ev ne dawîbûna dîaspora yan berhemdariya dîaspora ye û bi vegerê re rola dîaspora kêmtir nabe.

Xalid Xeyatî bi erênî li vegeran dinêre. Xalek ku dike ew pozîtif be gotinên Amed Tigris yên destpêka bernamê bûn ku behsa tehamûl û toleransê dikir.

Li gor Xeyatî ev gotinên Tigris ne nêrîneke tekakesî ye. Berovajî ew diyardeyeke giştî ye ku vegera kesayetên ji dîyaspora ne bê şert û merc e. Li gor wî kesên ji dîaspora vedigerin wê nikaribin di sîstemeke dîktatorî de bijîn.

sverigesradio – Beşîr Kavak

http://sverigesradio.se/sida/artikel.aspx?programid=2200&artikel=5445286