Ev jî daxuyaniya Tatlisese:
-Ez bang li wan bê aqilên ku wêneyê min ê konsereke li Ozbekîstanê hatî kişandin û montaj kirine dikim.
-Ev tişta we kirî, ne pêvajoya aştiyê dixe tengasiyê û ne jî dikare fikrên min ên derbarê pêvajoya aştiyê de biguherîne û vî welatî parçe bikin.
-Ji ber hûn bê zîhniyet û feqîr in! Ev 40 sale ez ji bo heskiriyên xwe rast im û ji ber vê ev yek cihê xwe nagire.
-Ala ku hatî montaj kirin, ala Herêma Xweser a Bakurê Iraqê ye û ez niha li wir bazirganiyê dikim. Ger min hejandiban, ji xwe minê gotiban.
-Tişta min tehemûl nekirî ew e ku di pêvajoya aştiyê ya baş birêve diçe de wêne montaj bikin û mejiyê xelkê tevlîhev bikin e. Ez rêzê li ziman, dîn û ala her kesî digrim. (AVESTA - Rûdaw – Ajans)