Serrûpel Nûçe Di doza Pinar Selek de îdiayeke balkêş (Vîdyo)

Di doza Pinar Selek de îdiayeke balkêş (Vîdyo)

Belav bike

Di derheqê doza Pinar Selek de îdiayeke balkêş û cidî, ji aliyê Prof.Dr.Baskin Oran ve, di weşana zindî de hate bilêvkirin. Baskin Oran diyar dike ku, nameyek ketiye destê wî û di nameyê de tê diyarkirin ku, li Misir Çarşisiya ku teqîn pêk hat, ne bombe tûp teqiya ye. Tûp li bufeya ku xwediyê xwe mirovekî Entebî ye teqiya. Bona ku xwediyê bufeyê tezmînatê nede, çimkî ku bihata tesbît kirin tûp teqiyaye, xwediyê bufeyê wê mecbûr bima ku trîlyon lîre tezmînatê bide, delîl hatin reşkirin û bûyer xistine stûyê Pinar Selekê. Wezîrê Çandiniyê yê wê heyamê (Mustafa Taşar) û Gerînendeyê Ewlehiyê yê Stenbolê yê wê heyamê (Hasan  Ozdemîr) hemşehriyê xwediyê bufeyê bûn. Heta xwediyê bufeyê û wezîr û gerînendeyê ewlehiyê xizmên hev in û li heman gundê Entebê ne. Di doza civakzan Pinar Selekê de, dadgehê 3 cara biryara beraatê da lê herî dawî dadger hate guherandin û biryar veguherandine muebetê. 
Di heman bernameyê de Prof.Baskin Oran, li ser mijarên wek pêvajoya Îmraliyê, siyaseta Erdogan, helwesta BDP jî fikr û ramanên xwe anîne ziman.

Doza Pinar Selek çi ye?
Di sala 1998 an de, li bajarê Stenbolê li sûka bi navê Misir Çarşisi teqînêk pêk hat. Piştî teqînê Wezîrê Karê Navxweyî daxuyand ku, li ser gumana tûp teqandinê disekinin û heta niha ti delîlên ku bombe hatiye teqandin li cihê bûyerê nedîtine. Dûra hat gotin ku li wira bombe teqiyaye û bombe jî civakzan Pinar Selekê li wira bicih kiriye. Bi salan dozê dewam kir. 3 cara dadgehê biryara beraata Pinar Selek da. Herî dawî çend meha berê, dadgerê dadgehê hate guherandin û ji bo Pinar Selekê cezayê hethetayî hate dayîn.