Serrûpel Nûçe “Gelê Kurd teqez rojekê wê azad bibe“

“Gelê Kurd teqez rojekê wê azad bibe“

Belav bike

New York Timesê bi parlementera Amedê a Serbixwe Leyla Zana re hevpeyvînek çêkir. Hevpeyvîn di malpera New York Times û ji aliyê International Herald Tribıne ve hate weşandin. Ji bo Leyla Zana îfadeyên, “Jin e, Kurd e û xweşbîn e” bikaranîne.
Leyla Zana di hevpeyvînê de bi taybet li ser çareseriya pirsgirêka Kurd sekiniye û pêvajoya destpêkirî a Îmraliyê erênî dibîne û diyar dike ku, niha bona çareseriyê şert û merc guncaw in, divê ev firsenda jî neyê revandin. Zana wiha têde diçe, “îro li Tirkiyê hejmara mirinan a her du aliyan jî civakê diêşîne. Çavkaniyên vî welatî, mîlyon dolar ji bo vê îhtilafê tên heba kirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, şert û merc niha gellekî guncaw in. Divê ev firsenda neyê heba kirin. Tirk niha hêdî hêdî Kurdan seh dikin. Baweriya min him bi Tirkan him jî bi Kurdan heye. Têkoşîna ku bi salan e hatiye dayîn hîn niha ber bi encam girtinê ve diçe.”
Leyla Zana, di berdewamiya hevpeyvîna xwe de dibêje, teqez rojekê Kurd wê azad bin. Berî her tiştî pêwiste ku nasnama Kurdan bê naskirin û rêz li hemberî mafên Kurdan bê girtin.
New York Timesê, di weşana xwe de cih daye serpêhatiya Leyla Zana û diyar dike ku, 10 sala li zindanê hate girtin lê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe berneda û hîn jî ji bo mafên jin û Kurdan têdikoşe.