Serrûpel Nûçe Li Şamê teqîn: 17 wesaît bi kesên têde şewitîn

Li Şamê teqîn: 17 wesaît bi kesên têde şewitîn

Belav bike

Li paytext Şamê, li taxa bi navê Mezra teqîneke pirr mezin pêk hat. Cihê ku teqîn pêk hatiye, 300 metro nêzika navenda avahiya partiya Baas bûye û di encama teqînê de Balyozxaneya Rusya a Şamê jî xesareke gran girtiye.
Di teqînê de hejmara miriyan nehatiye diyar kirin lê, tê ragihandin ku, 17 wesaît bi temamî ligel kesên di hundirî wesaîtan de şewitîne. Bandora teqînê zêdetir li derdorê bûye û 40 wesaîtan jî xesarên mezin dîtine.
Li gorî ragihandina televîzyona dewleta Suriyê, bi dehan mirov mirine û di nav kesên ku jiyana xwe wenda kirine de zarok jî hene.
Televîzyonê dîmenên teqînê weşandin û 2 avahî jî di encama teqînê de hilweşiyane.