Serrûpel Nûçe “Zimanê me hebûna me ye”

“Zimanê me hebûna me ye”

Belav bike

 

 



Her çiqas ji ber sedemên cûda be jî, pîrozkirina van herdu tıştan di eynî rojê da maneyeke xwe ya giranbuha heye. Bi taybetî jî ji bo me Kurdan. Welatê me bi destê hêzên kolonyal û imperyalist hate dabeşkirin û ziman û çanda me hate qedexekirin. Em êşa vê yekê bi sedan sal e dikişînin. Zmanê me beşek ji hebûna me ye ku bê wê nabe. Em bi sedan sal e ji bo heqên xwe yên bingehîn ber xwe didin, ku ew heq û azadî, wek hemû kesan ji bo me jî wek şîrê diya me helal e. Me ji bo jiyandina ziman û çanda xwe kar û xebateke bê westan kir. Çawa şairê me yê mezin, Cîgerxwîn jî dibêje: Ev zimanê me çiqas xurt bû ku li himber şûr û mertal jî li ser piyan ma…

Li dinyayê bi hezaran cûrbecûr ziman hene. Ev ziman û çand dewlemendiyeke mezin in ji bo mirovetîyê. Parastina wan wek parastina mêrata mirovetiyê ye. Wek baxçeyekî pirreng bi alî dar û kulîlk…

Gor agahiyên UNESCO li dinyayê 2500 ziman hene ku li ber xetera windabûnê ne û 18 heb ji wana li Tirkîyê ne.

Divê Tirkiye dev ji sîyaseta kevn ya zordestî û asîmîlasyonê berde û rojkî berê bikeve riya demokratiyê. Yek ji şertên wê jî karanîna zimanê dayikê ye bi serbestî di hemû waran da. Lê pir mixabin nuha jî, ku hazirîya çêkirina destûreke teze , yêke medenî û demokratîk heye, disa jî gelek kes dikevin tirs û xofê, dema behsa heqê perwerde bi zimanê zikmakî dibe. Gelo ew bi vî awayi dikarin destûreke medenî, himçax û demokratîk çêkin?.. Xuya ye, şikestina xirxalên lingan ji yên aqil hêsantir e.

Lê ew bend û qeyd çi dibin bila bibin, emê kar û xebata xwe nadin sekinandın ji bo destxistina mafên xwe yên bingehîn, her usa jî mafê perwerde bi zimanê dayik û karanîna zimanê xwe di hemû warên civakî da, wekî hemû heq û azadiyên me yên bingehîn

Ez roja zimanê dayîkê pîroz dikim ji bo gelê Kurd û ji bo herkesê din ku nikarin bi serbestî zimanê xwe bi kar bînin.

Bi daxwaz û hêvîya rojên azad û demokrasiyeke fireh…

Kemal Burkay

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)

21 Sibat, 2013