Artêşa Azad a Suriyê, nûçeyên di derbarê, bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re peymana agirbestê îmze kirine derewand. Ji Fermandariya Yekbûyî a AA’yê Selîm Îdrîs, ji Ajansa Anatolya re ragihandiye ku, wana ti kes ji bo mizakere pêk anînê peywirdar nekirine û peymana ku tê gotin, bi YPGê re kirine jî nasnakin. Îdrîs îdia kiriye ku, ji aliyê YPGê ve bona mizakereyan daxwazî hatiye lê wana qebûl nekiriye û wana her cure mizakereyan qebûl nakin.
Selîm Îdrîs: “Ez wek bi sifatê Serokê Serfermandariya Yekbûyî a Artêşa Azad dibêjim ku, ez encamên mizakereyên li Hasekeyê nas nakim.”
Îdrîs aniye ziman ku, “sînorê Tirkiyê parastin peywira wan e û ji bo alîkariya hikumeta Tirkiyê jî spasiya xwe nîşan daye.