Kampanya alîkariyê a ji bo gelê Kurdistana Rojava, li Amedê bi pêşengiya Şaredariyên wek Bajarê Mezin, Baglar, Yenîşehîr û Surê destpêkir.
Bi beşdariya Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, şaredarên navçeyên Amedê, saziyên sivîl û Dayikên Aşîtiyê, kampanya bi civîneke çapemeniyê bi rayagiştî re hate eşkerekirin.
Di civînê de Baydemîr anî zima ku, îro roj roja şîva xwe parvekirinê ye. Baydemîr ji gelê Amedê xwest ku bi awakî aktîf di nav kampanyayê de cihê xwe bigrin û ji bo brayên xwe yên Rojava bixebitin.
Kampanya alîkariyê a ji bo Rojava wê mehekê dewam bike. Alîkarî wê li 5 navenda werine komkirin. Alîkariyên ku wê bêne berhevkirin, li ser Nisêbînê wê bigihînine Heleb, Efrîn, Qamişlo û Serêkaniya Başûr.
Di bergeha kampanyayê de ev alîkariyana wê bêne qebûl kirin: Beqliyata hişk, rûn, ard, şekir, çay, riz, pacê zarokan û mamayên zarokan.