Serrûpel Berhemên Nû Pirtûka Eskerê Boyîk ya nû

Pirtûka Eskerê Boyîk ya nû

Belav bike

  

 

                          

 


 

 

 

 

Pêşgotinê da nivîskar dinivîse: …Di nav wan netewên kêmjimar da usa jî kurd hebûn. Kurda ra jî mecalên pêşdacûyîna çand, kûltûra û  zaniyariyê çê bûn. Salên qeydê Sovêtê gelek bûyarên, mezin çawa yên ronayî wusan jî yên tarî di jiyana gelên wî welatî da qewimîn.  Ew para kurda jî, di wan 70 salê desthilatdariya Sovêtê  da, di nava dijwerî û destanîna, hilketin û daketina ra derbas bû. Giraniya veguhestinên civakî, aborî, perwerdeyî, kûltûrî, dijweriyên stalînizmê yên sala 1937 an, nefîya (sirgûnî), zulma herba dijî almanîya hîtlêrîyê (1941-1945), giranya salên hildana  wêrankirin û birînên şêrr, bi gilîkî ew hemû zor û zemetiyên gelê Sovêtê kişandin, kurd jî jê bêpar neman. Di warê çand, kûltûra û zaniyarê da jî kurd rêke ne rehet derbaz bûn.  Civaka qirr- birr û gênosîda  salên 1915-1920 dîtî, ji wê keresetê bi cûrekî filitî, tazî-birçî, bê cî û war, nîvkoçer, nexwendî  hê di qewlên eşîretiyê û fêodaliyê  da, carekêva  hemû gelên Sovêtêra tevayî  li ber dezgê veçêkirin û jiyana sosîyalîzmê sekinî. Gund û şênên kurda da dibistanên netewî vebûn, dersdar hatin hazirkirin, civak bû xwediyî rojneme, radiyo, beşa nivîskaran, kurdzaniyê, xwendinxana dersdarhazirkirnê, tîatroya dewletê, komên kilam-reqasê…Bi tîraja hezaran pirtûkên wejêyî, zargotinê, zaniyarî, siyasî, werger, yê dersan hatine weşendin.  Sê elfeba hatin guhestin. Elfeba li ser girafîka latînî ya ewlin kurden Sovêtê demezirandin, pirtûka kurdiye ewlin bi wan tîpan cara ewlin li paytextê Ermenistanê Yêrêvanê hate weşendin, romana kurdiye ewlin dîsa para kurdên Sovêtê dikeve. Bi heqî gerekê bê xumukurhatin, ku cîyê vala civakeke rewşenbîrî pêşda hat, bi nivîskar, zimanzan, zaniyar, hunermend, rojnemevan, dersdar,  pêşekzanên warên cûrbicûr… Şexsiyetine usan di her warên çand, zaniyariyê, hunermendî û derecên dinda pêşda hatin ku ne ku goveka kurdên Sovêtê lê di nava temamiya kurdan û cihanê da eyanin.

Bi gilîkî, vê para kurdan, salên xweye dema Sovêtê vala derbas nekirin, mecalên ji bo wan çê bûbûn bi temamî  û serfirazî kêr anîn, dema weletê wan Kurdistana perçekirî da kurd û kurdeyatî qedexe bûn, wek çirake ronayê, hîviya jiyanê  ew dûrva li gelê xwe dihatin xanê, dengê wan digihîşte welêt, her kurdekî ra dibû hêvî û gumana pêşîrojê.

Nenihêrî kurd hersê komarên Kavkaza sovêtê: Azerbaycanê, Ermenistanê, Gurcistanê û komara Tûrkmênistanê ya Asiya Navîn da dijîtin lê bawarkî ji sedî nodipêncê wî karî li komara Ermenistanê, ji aliyê kurdên Ermenistanê da hatiye kirin.

Li komarên Azerbêycanê, Tûrkmênistanê, xêncî wergera çend pirtûkên dersan ji bo dibistanan, ew jî salên 1930-1937 a, bawarkî tu karekî kurdewerî nehate kirin. Gurcistanê, xazma bajarê Tilbîsê da,  dibistana da dersên zimanê kurdî hatin  dayîn, radiyoya wê komarê da axaftinê zimanê kurdî (heftê 10 deqîqe), tîatroya gelêrî, komên kilam-reqasê hebûn. Gelek tişt ne ku hukumatê dikir lê bi însîatîva şexsa, rewşenbîrên kurd dihat kirin. Raste dewletê alîkarî nedida, lê wek komarên jorgotiye din xazma  Azerbaycanê astengî jî çê nedikir.

 

Ji pey hilweşîna deshiletdatiya sovêtê ra derbeke mezin li vê navenda kurdewarî  ket. Rewşenbîr mecbûrî ji hev bela bûn, mecalên ku ji hêla dewletê da dihatin dayîn hatine birîn,  navendên kûltûrî, çandî, zaniyarî pirr zeyîf bûn.

 Wî karî carekêva derbeke usa xwar ku peyhatî, berdewankar û xweyîkirê vî karê kûltûrî, wejêyî, zaniyarî  nehatin hazirkirin. Niha, ji wê malbetê  teka-tûka şexs mane.

 Di nava van salên derbasbûyî da (ji sala 1990 ) gelek tişt hatin jibîrkirin, hinek tişt yekalî hatin lênhêandin, lêkolînkirin, qimetkirin, ked û emekê hineka bê bingeh hatye mezinkirin yê hineka jî nayê şêkirandin. Rûyê elfeba kirîlî da berhem û navê hineka qet nayê meydana xwendevana.  

Ev pirtûk cêribandineke ewlin e ku ew karê kirî, bi gişkî bê tomerîkirin, analîzkirin û raberî goveka xwedevanên kurd e fire bê kirin, xazma di warê edebiyet, çand û kurdzaniyê da.

 

Naveroka pirtûkê eve:

Pêşgotin…



Wêje

Nêhêrîn kurt li ser edebîyeta kurdên Sovêtê

Çanda Kurdî li komara Gurcistanê

Helbesta kurdî di edebîyeta kurdên Sovêtê da…

Ji dîroka elfebên kurdî li Ermenistanê

Rojnema  RIYA TEZE

Para axavtinên kurdî di radiyoya Yêrêvanê

Şeroyê Biro- sahê dengbêjîya radiyoya kurdî ya Yêrêvanê

Karapêtê Xaço

Têatroya Kurdî ya dewletê

Erebê Şemo

Hecîyê Cindî

Emînê Evdal

Cerdoyê Gênco

Ahmedê Mîrazî

Casimê Celîl

Wezîrê Nadirî

Ûsivê Beko

Qaçaxê Mirad

Şikoyê Hesen

Mîkayêlê Reşîd

Fêrîkê Ûsiv

Elîyê Evdilrehman

Sihîdê Îbo

Smiyê Şemo

Karlênê Çaçanî

Knyazê Îbrahîm

Çerkezê Reş

Mîroyê Esed

Nado Maxmûdov

Semend Syabendov  

Xelîl Mûradov

Sîma Semend

Egîtê Xudo

Emerîkê Serdar

Wezîrê Eşo

Rizalîyê Reşît

Tosinê Reşîd

Şamîl Ezgerov

Ahmedê Gogê

Keremê Anqosî

Cerdoyê Esed

Ahmedê Hepo

Egîtê Şemsî

Elîxanê Memê

Barîyê Bala

Babayê Keleş

Ezîzê Îsko

Têmûrê Xelîl

Ezîzê Cewo

Ezîzê Gerdenzerî

Tîtalê Efo

Keremê Seyad

Hesenê Hecîsilêman

 

Kurdzanî

 

Kurtayîk dor kurdzaniyê û kurdên sovêtê

Qanatê Kurdo

Zargotina Kurdî û berevoka “Folklora Kurmanca”

Çerkez Bakayêv

Xalit Çetoyêv

Şekroyê Xudo Mhoyî

Ordîxanê Celîl

Dr. Celîlê Celîl

Maksîmê Xemo

Şerefê Eşir

Zera Ûsiv

Keremê Elîxan Amoyêv

Memoyê Xalit

Lamara Barîsovna

Nûra Cewarî

Cemîla Celîl

 

Wezîrê Eşo- Eskerê Boyîk



 

Weşenên DENG-2012

Çapa pêşin

ISBN 978-975-7011-79-8

Pirtûk 560 rûpel

 

Biha 15 Eur.

e.boyik@web.de