Li Tirkiyê daxuyaniyên Hakan Şukur, di çapemeniyê de bi awakî berfireh cihê xwe digre. Fitbolîstê navdar yê ku pirr caran bûye “şahê golan” û forma netewî a Tirkiyê li xwe kiriye Hakan Şukur, ku niha ew parlementerê Stenbolê yê AKPê ye, çima ku di axaftineke xwe de got, “ez jî ne Tirk im”, ji aliyê nijadperestan ve rasta lîncê tê.
Hakan Şukur wiha gotiye: “Ez kesekî Arnavut im. Yanê eslê min ne Tirk e. Lê min nanê vê xakê xwer. Ez li ser vê xakê dijîm. Ku berê çawa civak bi awakî dabeş bûbû, niha jî li ser esasê nijadiyê mixabin civak dabeş bûye. Vana birêvebirin pirr bi zehmet e. Herkes di nav hewldanên hin maf bidestxistinê de ne. Dewlet mecbûre ku li ser van bixebite, hewl bide û hin mafan bide. Em wek desthilatdara niha ji bo vê dixebitin.”
Tê zanîn Hakan Şukur, mirovekî nêzika cemaata Gulen e.