Serrûpel Nûçe Li Hatayê êrîş birine ser kongreya BDP

Li Hatayê êrîş birine ser kongreya BDP

Belav bike

Bi beşdariya Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, Kongreya Rêxistina Bajêrê Hatayê a BDPê hate lidarxistin. Dema ku kongre dewam dikir, komeke ku di demeke kin de hejmara wan gihaşte zêdetirî 500 kesî a faşîst, êrîş birine ser kongreya BDPê. Nêzika 600 BDP’yî beşdarî kongreyê bûbûn.
Dema ku Hevserok BDPê Selahattîn Demîrtaş axaftina xwe dikir, komeke faşîst, ala Tirkiyê di destê wan de, êrîşa salona kongreyê kirin. Di demek kin de hejmara êrîşkaran gihaşte zêdetirî 500 kesî. Polîsan nehîştin ku koma êrîşkar têkevine salona kongreya BDPê.
Demîrtaş, piştî axaftina xwe, di kontrola polîsan de ji salonê dûr ket. BDP’yiyên ku beşdarî kongreyê bûn, ku derketine derve rasta êrîşan hatin. Komên faşîst, wesaîtên BDP’yiyan dane ber keviran.
Li gorî ragihandinan, camên otobûsan hatine şkandin û kesên ku brîndar bûne jî hene.