Serrûpel Nûçe Şanda BDP li ser rêya Îmralî ye

Şanda BDP li ser rêya Îmralî ye

Belav bike

Duh şanda BDP’ê ya biçe Îmraliyê ligel hevserokên BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak civînek lidarxistin.

Şanda BDP’ê wê du raporan ji Ocalan re bibin. Di nava wan de jî raporên derbarê darbeya 27’ê Gulanê, 12’ê Adarê, 12’ê Îlonê û 28’ê Sibatê yên ji aliyê Komîsyona Darbeyê ya Meclisa Tirkiyê ve hatî parvekirin heye. Belgeyekî din jî xebatên Destûra Bingehîn a Nû yên ji aliyê parlamentoyê ve hatî amadekirin e.

Du erkdarên MİT’ê

Şanda BDP’ê wê ji aliyê du rayedarên MÎT’ê ve bê pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de Ocalan, Buldan, Onder, Tan û 2 rayedarên MİT’ê cih digrin.

Li gor rojnameya Haberturk a Tirkiyê, wê Abdullah Ocalan sê nameyên ji rêveberiya Ewrûpa, Qendîl û raya giştî re nivîsandî radestî şanda parlamenteran bike.

Niha hersê parlamenterên BDP’ê ji bo biçin Îmraliyê li Atakoy Marina ne. Li vir hêjmareke zêde ya rojnamevanan li benda hatina parlamenteran in.

AVESTA KURD - Rûdaw