Serrûpel Nûçe Şandeya BDP ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya BDP ji Îmraliyê vegeriya

Belav bike
Şandeya BDP a ku ji 3 parlementeran pêk dihat û îro çûne Grava Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re rûniştin, ji hevdîtinê vegeriyan.
Parlementera Îdirê Pervîn Buldan, peyama Ocalan ji rayagiştî re xwed.
Peyama Ocalan wiha ye: “Ev hevdîtina gaveke dîrokî ye. Em pêvajoyeke dîrokî dijîn. Hemû alî di vê pêvajoyê de pêwiste bi berpirsyar hewl bidin. Di destên dewletê de kesîn dîlgirtî hene. Di destên PKKê de jî hene. Divê PKK baş ji dîlgirtiyên di destên xwe de miqatebe. Hêvî dikim wê xwe bigihînine malbatên xwe.”
Pervîn Buldan piştî peyama Ocalan xwen, îfade kir ku, hemû daxuyaniyana ku îcab bike hevserokên BDPê wê eşkere bikin.