Serrûpel Nûçe Binêrên gel çawa operasyon rawestand (Vîdyo)

Binêrên gel çawa operasyon rawestand (Vîdyo)

Belav bike

Li Liceya Amedê, gelê Liceyê, leşkerên ku li çolwarê derketibûne operasyonê rawestandin û rê nedan ku operasyon destpê bike.
Gelê Lice, bi teva jin û xortan, derkete hemberî leşkerên Tirkiyê û bi sloganên wek, “PKK gel e gel li vir e”, “Bijî Serok Apo” leşker ji operasyonê vegerandin. Leşker Tirkiyê mecbûr man ku li wesaîtên xwe yên bizirx siwar bibin û herêmê terk bikin. Gel, heta ku leşker neçûn li herêma operasyonê venekişiyan û leşker bi sirûdan kirine rêya vegerê.