Serrûpel Nûçe Li Rojavayê Kurdistanê wendabûna jinan zêde dibe

Li Rojavayê Kurdistanê wendabûna jinan zêde dibe

Belav bike


Li bajarê Qamişlo jina ciwan Zeyneb Îbrahîm Mihemed a 20 salî berî 3 rojan ji mal derketiye û careke din venegeriyaye mal. Malbata Zeyneb diyar kirin ku keça wan ji pêncşema borî ve ji mal derketiye û careke din ven egeriyaye. Malbatê da zanîn ku tevî hemû hewldanan keça xwe nedîtine. Malbatê bang li kesên ku agahî li ser keça wan hebin, wan bi vê telefonê agahdar bikin. TEL: 845555/0947815229

Li gor ANF-ê, berî 4 mehan jî jina bi navê Sabrîn hewara xwe gehandibû asayîşa bajarê Hesekê, lê Sabrîn tu agahiyek li ser nasnameya xwe nade asayîşê. Asayîşê wêneyê jina bi navê Sabrîn da çapemeniyê û ger kesek wêneyê Sabrîn nas bike bila asayîşê agahdar bike. Her wiha hêzên asayîşê diyar kirin kesên ku Sabrîn nas bike bila li wan reqemên telefonê li asayîşê bigere. Asayîşa Hesekê: 360 903 / Asayîşa Qamişlo: 466 438

AVESTA KURD - BAS NEWS