Li leşkeriyê, leşkerên Kurd rasta êrîş û heqaretên leşker û fermandaran hatin. Li bajarê Agiriyê, leşkerên Kurd çûne Navenda Kombûna Leşkerî a 12. Fermandariya Tugaya Mekanîze a Agiriyê. Kurdên ku çûbûn leşkeriyê û dipan ku wana belavî yekîneyên wan bikin, li cihê kombûnê rasta heqareta leşkerên Tirk hatin. Ji Kurdan re hatiye gotin ku, “hûn terorîst in.” Li ser vê di navbera leşkeran de niqaş derketiye. Leşkerên Kurd, çûne ba fermandaran û giliyê leşkerên Tirk kirine ku wana rasta heqaretê têne. Li ser vê, fermandar û leşkerên din bûne yek û êrîşa Kurdên ku bûnê leşker kirine. Di encama êrîşê de 9 Kurd brîndar bûne.
Ji wan leşkerên Kurd jê yek Mûrad Aydin e û ji DÎHAyê (Ajansa Nûçeyan a Dîcle) re axifiye. Mûrad Aydin wiha dibêje, “em her yek ji gundên ku girêdayiyên navçeya Diyadîn a Agiriyê ne û em çûne Tugayê. Bona ku me belavî yekîneyên me bikin, em girtine nav Tugayê û li Navenda Kombûna Leşkerî em kom kirin. Gellek leşkerên ku li wira dipan, hatine ba me û bi me re ketine niqaşa Kurd û Tirkitiyê. Me jî ji wan re got ku, em naxwazin têkevine niqaşan û ji xwe me tercîha xwe kiriye û em hatine leşkeriyê. Ji me re gotin “ji xwe hûn terorîst in.” Me jî ji fermandaran re giliyê wan leşkeran kir. Li ser vê, leşker û fermandaran êrîşa me kirin. Ji me gellek kes gran brîndar bûn û em rakirine revîra di nav tugayê de ye. Em 7 kes gran, 9 kes brîndar bûn.”
Leşkerên brîndar serî li Komeyela Mafên Mirovan a Şaxa Wanê dan. Leşkerên ku brîndar bûne navên wan wiha ne: Bilal Dogan, Murat Aydin, Vefa Yoruk, Omer Vural, Abdurrahman Vural û Şehmus Kaya.