Serrûpel Nûçe Îbo li Hakan Şukur xwedî derket

Îbo li Hakan Şukur xwedî derket

Belav bike
Stranbêj Îbrahîm Tatlises jî di derbarê daxuyaniya fitbolîstê berê û parlementerê AKPê yê Stenbolê Hakan Şukur de, ku gotibû “ez ne Tirk im”, gotin kirin.
Tatlises li ser hesabê twittera xwe, di vê mijarê de wiha nivîsandiye: “Li ser gotina Hakan Şukur hîn jî niqaş tên kirin, çima ku gotiye, na ez ne Tirk im, ez Arnavut im. Ma dixwazin ku eslê xwe înkar bike? Forma netewî li xwe kiriye hîn wê çi bike? Ez li gotinên mirovan nanêrim, ku çi kiriye ez ji wê dinêrim. Li gorî min ji gellek Tirkan Tirktir e. Naîm Suleymanoglu jî rehmetî Serokomarê berê Turgut Ozal anîbû Tirkiyê û di halterê de Tirkiye kire şampiyonê cîhanê. Hevsera Hakan Tirk e, zarokên xwe Tirk in. Çi dibe yanê ku gotiye ez Arnavut im, ma qiyamet rabû? Bar dane mirov, mirov gotiye ku ma ez ker im, peywir (gorev) dane mirov gotiye ma grev heye.”