Serrûpel Nûçe Altan Tan behsa hevdîtina bi Ocalan re kir

Altan Tan behsa hevdîtina bi Ocalan re kir

Belav bike

Altan Tan, parlementerê Amedê yê BDPê, ku di şandeya Îmraliyê de cih girtibû û ligel parlementer Sirri Sureyya Onder û  Pervîn Buldan, li Îmraliyê bi Ocalan re rûniştibû, li ser ekranên CNN Turkê çûyîn, hatin û hevdîtin bi rayagiştî re parve kir.
Gotinên Altan Tan li xwarê ne:

Rêwitiya me a ber bi Îmraliyê ve seetek û nîvê dewam kir. Berî hevdîtina bi Ocalan re, qasî 2 seeta em li benda şandeya MÎTê man. Ji ber rewşa hewayê bi helîkopterê nehatin, rêya behrê bikaranîn. Piştî li benda bûna wan, hevdîtina bi Ocalan re 3 seeta ajot.
Şande, ji aliyê mîralayê (albay) ku ji ewlehiya gravê berpirsyar e ve hate pêşwazîkirin.   
Ocalan îfade kir ku, paradîgma hatiye guherîn û Rojhilateke Navîn a nû tê avakirin. Ger ku em nikaribin Tirkiyeke nû ava bikin, ku Kurd û Tirk nikaribin rûnin û lihevbikin, wê ji bo herkesî bibe karesateke mezin. Her biçe pirsgirêk wê kûrtir bibin. Pevçûn û karesat wê zirarê bide herkesî.
Ocalan got, ez ji heyama Turgut Ozal vir ve, hewl didim ku aşîtiyê çêbikim. Ji sala 1993 an vir ve agirbestê dixwazim. Min heman îrade tenê niha dernexistiye holê. Ez î di nav diyalogan de me.
Serokwezîr ji aliyê hin kesan ve hate xapandin. Girtinên KCKê, tiştên bi vî awayî wext wenda kirin in.
Di nav yek an du rojan de, ji Ocalan nameyeke were. Piştî vê nameyê BDP wê nêrînên xwe diyar bike. Di vê pvajoyê de Qendîl û Ewrupa wê nêrînên xwe diyar bikin û ragihînin. Em ê jî nêrîn û nirxandinên wan ragihînine Îmraliyê. Tiştên ku di vê pêvajoyê de tên jiyan û biryarên ku wê bêne girtin, di nav 2 an 3 heftan de wê bêne eşkerekirin. Em pêvajoyê drêj nakin. Di nav 2 heftan de em ê bigihînine encamê.
Nexşerêya di derbarê çekan de Ocalan wê di nameya xwe de diyar bike.  Demokratîkbûna Tirkiyê wê Kurdan jî bipar bike. Qademe bi qademe PKK wê xwe vekişîne.
Biryara PKKê wana eleqedar dike. A ku Ocalan dixwaze, demokratîkbûna Tirkiyê ye. Di nameyên ku wê bişîne de dike hûrgiliyên pêvajoyê îzah bike. Nexşerêya pêvajoyê, di nameya ku dike binivîse de wê diyar bibe.

Altan Tan got ku Ocalan di zindanê de bi piranî fasulya, birinc, selete û mast dixwe.