Hikumeta Navendî a Iraqê, ji fîrma mezin a neftê a Amerîkî Exxon Mobîlê xwestibû ku, an bila bi Bexdayê re an jî bila bi Hewlêrê re kar û xebatan bike. Exxon Mobîlê Herêma Kurdisyana Federel tercîh kir û li Kurdistanê dest bi kar û xebatên li neftê gerînê kir.
Exxon Mobîlê, him bi Hewlêrê re him jî bi Bexdayê re peymana neftê mor kiribû. Hikumeta Malîkî, li dijî vê derketibû û Exxon Mobîl tehdît kiribû ku bila tercîha xwe bike.
Berdevkê Rêvebiriya Kurdistana Federel Safeen Dezae, ji PUKmedyayê re daxuyandiye ku, li Herêma Kurdistanê Exxon Mobîlê dest bi xebatan kiriye. Dezae dibêje, li pêşberî me ti astengiyeke zagonî tine û mafê me heye ku em kê bixwazin bi wan re kar û xebatan bikin.