Serrûpel Nûçe “Frensa dizane ku kê qetlîama li Parîsê kiriye“

“Frensa dizane ku kê qetlîama li Parîsê kiriye“

Belav bike

Mustafa Karasu, Endamê Konseya Rêvebir a KCKê bi ANFê (Ajansa Nûçeyan a Firat) re axifî. Karasu, bi zimanekî eşkere got, Frensa dizane ku kê qetlîama li Parîsê pêk aniye. Ancax naxwaze ku eşkere bike. Bi kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, di kesayeta wan de  rêvebiriya PKKê hate hedef girtin. Bi gumaneke mezin, niha di navbera Frensa û Tirkiyê de bazarî tê kirin û xuyaye ku lihevhatine. Texmîna min ev e ku, bi Suriyê û mijarên din re eleqedar lihevhatin. Pozekî qetlîamê heta Enqerê çû. Kujer, bi caran çûye Enqerê. Kesekî nijadperest û faşîst e. Ji xwe kesekî normal, çi polîs û leşker be jî, nikare qetlîameke bi vî rengî bike. Ancax kesên wiha yên nijadperest ku dijmantiya Kurdan dikin dikarin qetlîameke wiha bikin. Ji aliyê rêxistinên îstixbaratê ve hatiye organîzekirin. Bi Tirkiyê re têkiliya xwe eşkere ye. Heta ku qetlîam neyê eşkerekirin, pirsgirêka Kurd çareser nabe. Çimkî hîn tê xwestin ku tevgera Kurd tasfiye bikin.
Mustafa Karasu, di mijara Suriyê de jî wiha got, “li ber çavan e ku, niha du dewlet zêdetir li ser Suriyê disekinên, Tirkiye û Frensa. Bi qetlîama li Parêsê, Frensa dixwaze ku Tirkiyê, di mijara Suriyê de bîne ser fikra xwe.  Ev çend salin ku hikumeta Frensa qadroyên PKK digire. Welatekî demokrat e lê li welatê wan, Kurdên ku di çarçova demokratiyê de tevdigerin, Frensa xwe li hemberî wan ranagre û cih ji Kurdan teng dike. Heta ku Frensa bûyerê eşkere neke, em ê Frensa wek hevkarê vê bûyerê bibînin.”