Serrûpel Nûçe “Em Kurd û Tirk ne neynok û goşt in“

“Em Kurd û Tirk ne neynok û goşt in“

Belav bike

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, doh li meclîsa Tirkiyê, di komcivîna partiya xwe de derkete ser kursiyê. 
Demîrtaş, di beşeke axaftina xwe de wiha got: Em ne du gelên wek neynok û goşt in. Em ê bibine du gelên wekhev û birûmet. Herkes li ser vê xakê bi hev re wê wekhev û birûmet bijî. Bila ti kes ne bibe neynok ne jî bibe goşt. Gotin baş in. Lê werin em li pirtûkên ku 11 sal in têne nivîsandin binêrin. Dinivîse ku, miletê Tirk li Asya Navîn hatiye û li vira dewletek ava kiriye. Madem têgeha te ne li ser esasê nijadiyê ye, pêwiste tu wek serokwezîr vê fermanê bidî wezîrê xwe yê perwerdehiyê, ‘ev pirtûkên tişe derew yên dîrokî ji holê rakin.’ Gel, milet û qewmê Tirk yê ku ji Asya Navîn hatiye û li Anatolyayê bicih bûye heye, lê Tirkiye tenê ji van pêk nayê. Dema ku hemwelatiyên Kurd, Ermenî, Rum van tiştana dixwînin, gelo ma nerehet nabin? Hûn bi hêsane pirtûkên ku di heyama CHPê de hatine çapkirin rexne dikin û nîşan didin. Pirtûkên ku îsal çap bûne hene. Bi temamî li ser esasê nasnameya nijadî sekinîne. Bi gotinan dibêjim, ’em li hemberî nijadperestiyê ne’ lê di pratîkê de heman tiştên ku 90 sal in di dîroka Komarê de tên kirin dikin. Gotina, ‘bi zimanê zikmakî perwerdehî nabe’ ji xwe nasnameya gelekî biçûk dîtine. Ev tê vê wateyê, ‘ez ê zimanê te ji holê rakim.”