Serrûpel Nûçe “Di dema pêwîst de serdana Bexda dikim”

“Di dema pêwîst de serdana Bexda dikim”

Belav bike

Di destpêkê de behsa budçeya hikûmeta federal ya Iraqê hate kirin.

Diyar bû ku hikûmeta Îraqê pereyê wan kompanyayên di warê neftê de li herêma Kurdistanê kar dikin, nexistiye nav reşnivîsa qanûna budceya hikûmeta federal.

Di derbarê vê yekê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir ku berî niha di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federala ya Îraqê de peymanek hatibû îmzekirin û li gor wê rêkeftinê divê hikûmeta federal a Îraqê pereyê wan kompanyayan bide.

Li ser serdana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo Bexdayê, Barzanî got: Em li yek welatî dijîn û pêwîstiya serdana Bexdayê bi vexwandinê tune ye. Kengî pêwîst bike, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û danûstandinan, em amadene serdana Bexdayê bikin.

AVESTA KURD