Li Eskîşehîra bajarê Tirkiyê, karkerên Kurd yên ku di înşaatê de dixebitîn, rasta êrîşa komeke faşîst a qelebelix hatin. Li Eskîşehîrê, li taxa Çamlica, komeke ku di destê wan de ço û kêr hebûne, êrîş birine ser karkerên Kurd. Di encama êrîşê de 4 karkerên Kurd yên bi navê; Mûrad Delîbaş, Emrah Guney, Ustad Dalkiliç û Sedat Dalkiliç ji ber derbexwarina kêr û çoyan brîndar bûne. Her çar karker, rakirine Nexweşxana Tepebaşia Dewletê.
Piştî bûyerê polîs hatine cihê bûyerê û dest nedane êrîşkaran û li şûna wan, karkerên din yên Kurd girtine binçavan. Karkerên ku rasta êrîşê hatine, li bajarê Agiriyê bona xebatê çûne Eskîşehîrê.