Serrûpel Nûçe YPG li Rimelanê 30 polîs û leşker dîl girtine

YPG li Rimelanê 30 polîs û leşker dîl girtine

Belav bike

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA), hêzên YPGê, vê sibê li Rîmelanê opearsyon lidarxistine û beşeke mezin a navçeyê ji rejîma Baas rizgar kirine û xistine bin kontrola xwe.
Hatiye ragihandin ku, hêzên YPGê, 15 polîs, 2 endamên îstixbaratê û 13 jî leşkerên rejîmê dîl girtine. Di operasyona rizgarkirina Rîmelanê de jinên çekdar jî cihê xwe girtine.
Rîmelan, di navbera Girkê Legê û Dêrikê de cih digre. Navçe, ji aliyê Tugaya Şehîd Lewend ve hatiye dorpêçkirin. Tê ragihandin ku, heta temamî Rîmelanê were bidestxistin wê dorpêçkirin dewam bike.  
ANHA xwe dispêre ragihandinên YPG û diyar dike ku, ji fermandariya giştî a YPGê hatiye ragihandin ku, heta li navçeyê meclîsa gel a ku ji Kurd, Ereb û Xeçperestan pêk tê neyê avakirin, hêzên YPGê li Rîmelanê wê xwedî derkevin û kontrola xwe bidomînin.