Umêd Sebah berdefkê serokatiya herêma Kurdistanê di daxuaniyekê de dibêje:
– Hindek kanalên mediyayê nûçeyek weşandiye ku, serdana serokê herêma Kurdistanê bo Rusiyayê ji bona kirîn açek bû, vê nûçeyê tu esil û esas jê re nîne. Serdana serok Barzanî bo Rusiyayê bi vexwandinek fermî bû û ji bona ber bi pêşvebirina têkeliyên siyasî û aborî yên navbera Rusiya û herêma Kurdistanê û behiskirina rewşa İraqê û hermî bı gışti bû.
Pirsa kirîna çekî ji Rusiyayê ji aliyê herêma Kurdistanê ve di acendeya serdana serok Barzanî de nebû û ew pirs di tu civîn û hevdîtinên fermî de nehatiye behis kirin. Yaku di mediyayê de hatiye behis kirin bi tenê bersiva pirseke rojnamevanekî bû ku, ji serok Barzanî pirsîye gelo hûn dê çekî ji Rusiyayê bikirin? Serok Barzanî jî di bersivê de pirs kiriye ma gelo dê Rusiya çekan bifroşe herêma Kurdistanê? Eger bersiva Rusiyayê erê be herêma Kurdistanê jî pêşwaziyê lê dike. (KRG)