Serrûpel Nûçe “Biryareke gelekî girîng e”

“Biryareke gelekî girîng e”

Belav bike


Ev li jêr teksata daxuyaniya serokwezîrê Kurdistanê:


Îro (28.02.2013) li parlamentoya Kurdistanê li dor wê yekê ka gelo ew tawanên derheq bi gelê Kurdistanê li İraqê hatine encam dan wek jênosîda bên nas kirin, minaqeşe kir. Ji bo vê yekê em gelek kêfxweş bûn, ne bi tenê ji ber hundê em kêfxweş bûn ku,  li parlamentoya Birîtaniyayê ev pirs hat minaqeşe kirin, lê belê ji ber hindê ku, parlamentoya Birîtaniyayê ew tawanên derheq gelê Kurdistanê hatine kirin, bi fermî bi jênosîda naskirin. Ev yek jî di xebata me ya jibona edalet û tezmînatdana bi hezaran zelam, jin û zarokên li ser destê rijêma berê bûne qurbanî, bûyereke giring e. Herwesa ji bona rizgarbûna ji çekê kîmiyayî û enfalan u ji bo zarokên şehîdan, yên ku  jiyana xwe jinûve ava bikin, bûyereke giring e.

Sipasiya hemû ew kes û aliyan yên ku, ji bo pêkanîna encamdana wê minaqeşeyê li parlamentoya Birîtaniyayê xebat kirî, dikim. Bi hezaran kurdên li Birîtaniyayê û birîtaniyên dostên Kurdistanê ji bona naskirina tawanên li dijê gelê Kurdsiatanê hatine kirin bijênosîda bên naskirin îmza komkirin, sipas dikim. Endamên parlamentoya Birîtaniyayê û bi taybetî grûpa tev partiyên dostên gelê kurd li parlamentoya Birîtaniyayê ku ji bona pêkanîna vê civîna parlamentoyê û minaqeşekirina pirsa bijênosîdanaskirina wan tawanên derheq gelê Kurdistanê hatine kirin, sipas dikim. Sipasiya nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê a Birîtaniyayê dikim ku, ev însiyatîv wergirtt û heta di karên xwe de serketin berdewam bûn.

Naskirina jênosîda gelê kurd ji aliyê parlamentoya Birîtaniyayê ve, piştî naskirina parlamentoya Swêdê û Norvejê tê. Sipasiya hemû aliyan dikim û hêvîdar im ev yek  dostên me, dostên mafê mirov û azadiyê li welatên din jî bo naskirina jênosîda gelê kurd teşwîq bike. Divê em hemû bi hev re li dijî sitem û zordariyê rawestin li her dera  be.


Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
28.02.2013