Serrûpel Nûçe “PKK di nav 10 rojan de wê dîlan berde“

“PKK di nav 10 rojan de wê dîlan berde“

Belav bike

9 Dîlgirtiyên artêşa Tirkiyê yên di destên PKKê de, di nav 10 rojan de dike serbest werine berdan. Ev daxuyaniya ji Hevseroka BDPê Gultan Kişanakê hat.
Kişanakê, li Hewlêra Kurdistana Başûr ev agahiya bi rayagiştî re parve kir.
Di çarçoveya pêvajoya nû de, şandeya BDP û KCDê, li Kurdistana Başûr gellek hevdîtin pêk anîbûn. Doh jî li Qendîlê bi rêvebirin KCKê Mûrad Karayilan, Duran Kalkan û Sabrî Ok re hevdîtinek lidarxistibûn. Di hevdîtina bi şandeya BDPê de Rêberê PKK Abdullah Ocalan peyamek dabû û gotibû ku, “di destên PKKê de dîlgirtî hene. Bila PKK baş li wan miqate bibe.” Li ser vê daxuyaniyê, BDP û Komeleya Mafên Mirovan ketibû nav hewldanan ku kesên dîlgirtî serdest bide berdan.
Di desten PKKê de kesên dîlgirtî wiha ne:
Leşker: Abdullah Sopçeler, Zîhnî Koç, Kemal Ekinci, Hadî Gizli, Ramazan Başaran, Reşat Çeçan û leşkerekî nav nediyar. 
Qeymeqam: Kenan Erenoglu.
Polîs : Nadîr Ozgen.
AVESTA KURD