Serrûpel Nûçe Rebeno! Ne dikare bigrî û ne jî bikene

Rebeno! Ne dikare bigrî û ne jî bikene

Belav bike
Isaac Hughes, zarokekî ku li Îngiltere hatiye dinyayê ye û bi nexweşiya sendroma “moebius” ketiye. Ev nexweşiya bi felça rû re eleqedar e û li Îngiltere tenê hatiye serê 200 zarokan. Isaac Hughesê 5 salî, hîn ku 8 meheynî bûye ev teşhîsa ji wî kirine. Ji ber vê nexweşiyê heta 3 saliya xwe nikaribûye bimeşe û di mijara axaftinê de jî paşda dimîne. Tedawiya vê nexweşiyê tine. Heta niha di derbarê vê sendromê de ti lêkolîn jî nehatine kirin. Loma jî malbata Isaac Hughes, hewl dide ku 250 hezar Euro bigihîne hev.
Ji ber vê nexweşiya bi navê sendroma moebius, zarok ne dikare bikene û ne jî dikare bigirî. Ew jî ne bes, nikare kêleka xwe jî binêre û dîsa îfadeya li ser rûyê Isaac her tim yek e û nikare biguherîne.  

AVESTA KURD