Serrûpel Nûçe Şandeya BDP û KCD nameya Qendîlê ji Ocalan re tînin

Şandeya BDP û KCD nameya Qendîlê ji Ocalan re tînin

Belav bike

Nameya ku ji aliyê Qendîlê ve wek bersiva nameya Rêberê PKK Abdullah Ocalan hatiye nivîsandin, şandeya BDP û KCDê ji rêvebirên KCKê wergirtin.
Şandeya ku ji Hevserokên BDPê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCDê Ahmet Turk û Aysel Tugluk û parlementer Altan Tan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, li Kurdistana Başûr li Qendîlê, bi rêvebirên KCKê Mûrad Karayilan, Sabrî Ok û Duran Kalkan re hatine ba hev.
Hevdîtina şandeya KCD û BDP û rêvebirên KCKê, YNKê organîze kiriye. Hevdîtin doh pêk hatiye û heta danê sibê dewam kiriye.
Nameya Qendîlê bi navbeynkariya şandeya BDP û KCDê wê bigihêje destên Ocalan.
Li gorî nûçeya rojnamevanê Milliyetê Namik Durukan, rêvebiriya KCKê, ji ber bombebarandina Qendîlê nexwestine hevdîtinê lidarbixînin. Li ser vê parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, bi hin rayedarên YNKê re çûne Qendîlê û hevdîtinek pêk anîne. Dûra li Sileymaniyê bersiva Qendîlê pane. Bersiva Qendîlê doh danê êvarê ji YNKê re hatiye û li ser vê, şandeya BDP û KCDê ber bi Qendîlê ve dest bi rêwitiyê kirine.
Li herêma Sengeserê şande bi PKK’yiyan re hatine cem hev. Dûra jî şande, bi 3 wesaîtan bona ku bi rêvebirên KCKê re werine cem hev, ketine ser rê.
Şande, danê sibê heman rê şopandine û vegeriyane bajarê Sileymaniyê.