Qaymeqamê Akrê Cewher Ezîz, got ku alîkariyên li devera Akrê ji bo penaberên rojavayê Kurdistanê li kempa Domîz Dihokê hatibûn komkirin, îro (03.03.2013) gihîşt destê wan.
Ezîz, diyar kir ku alîkariyên han bi 25 kamiyonên mezin gihîştin kempê û bi ser penaberan de hat belavkirin.
Cewher Ezîz da zanîn ku alîkariyên xelkê Akrê ji hezar karton şîrê zarokan, 5 hezar betanî û 5 hezar doşek pêk hatibû. RÛDAW