Serrûpel Nûçe Serokwezîr: “Emê alîkariya pêvajoyê bikin“

Serokwezîr: “Emê alîkariya pêvajoyê bikin“

Belav bike
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek ligel şandeke Kurdên bakurê Kurdistanê ku di nava wan de siyasetvan Ahmet Turk, Aysel Tugluk û parlamenterê Kurd Altan Tan kir.

Di hevdîtinê de behsa pêvajoya aştiyê li bakurê Kurdistanê hate kirin.

Her du alî di wê baweriyê de bûn ku divê piştgiriya pêvajoya aştiyê were kirin û divê her du alî, aliyê Kurd û aliyê Tirkiyê ji bo ku ev pêvajo pêşve biçe, hewl bidin.

JI aliyê xwe ve serokwezîr Barzanî dubat kir ku ew bi her awahî amade ne alîkariya pêvajoyê bikin û bibn alîakriya ku rê li ber xwînrijandinê were girtin û şer bisekine.

Hevserokên KCD (Koma Civakên Demokratîk) di axaftina xwe de rola seroktiya siyasî ya hikûmeta herêma Kurdistanê û şexsê serokwezîr bilind nirxansin û daxwaz kirin ku hikûmeta herêma Kurdistanê hemû kanalên xwe ligel hikûmeta Tirkiyê ji bo serkeftina vê pêvajoyê bikar bîne.

Di dawiya civînê de civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

di civînê de Barzanî bersiva pirsa rojnamevanan da û got ku heta niha gavên ku serokwezîrê Tirkiyê avêtine gelekî girîng in û berz dinirxînin.

AVESTA KURD