Mûrad Karayilan, Serokê Konseya Rêvebir a KCKê pêvajoya nû bi ANFê (Ajansa Nûçeyan a Firat) re nirxand. Karayilan, bi şandeya BDP û KCDê re li Qendîlê civîn lidarxistinê girîng dibîne û bi navbeynkariya wan ji Ocalan name girtinê jî pirr watedar dinirxîne. Di derbarê pêvajoyê de diyar dike ku, wana bi awakî hûr li ser nameyê mijul bûne û lê dîsa jî ne hêsan e ku biryarekê di demeke kin de karibin bigrin.
Karayilan diyar dike ku, şandeya BDP û KCD, li Sileymaniyê daxwaz kirin ku werine herêma Qendîlê lê ji ber ku operasyona dewam dikir, me qebûl nekir. Dewlet him nameya Ocalan dişîne û him jî bombebarandinê dike. Ev ne tiştekî rast e. Rojekê şûnda, şandeyê ji me re ragihand ku wana bi rayedarên dewletê re axifîne û ji wan soz girtine ku wê bombebarand nebe. Li ser vê me jî ji şandeyê re got werin.
Karayilan di derheqê dîlên di destê wan de jî eşkere kiriye ku, wana niha amadekariyê dikin û heftekî şûnda ew ê dîlên di destê wan de radesta şandeyeke ku jiyana wan misoger dike bikin. Û Karayilan vê jî ji bo pêvajoyê gaveke erênî a PKKê bilêv dike û diyar dike ku, wana li ser daxwaza Ocalan ev gava avêtiye.
Karayilan ji bo operasyonên ku dewam dikin jî got, dewlet pêwiste bi tiştên vî awayî xwe nexapîne. Heta ku operasyon li dijî me hebim, em ê jî bersiva êrîşan bidin. Ev mafekî me a ku di hiquqa navneteweyî de jî cihê xwe heye ye. Em hêzên xwe ji bo berxwedaneke mezin amade dikin.
Serokê KCKê, di mijara eşkere kirina girteyên Îmraliyê de jî nirxandin kir. Karayilan îfade kir ku, ez bi xwe her tim heta dawiyê azadiya rojnamevaniyê diparêzim. Lê ev bûyera rojnamevanî ye an dizîn e? Pêwiste ev bê zelal kirin. A ku min fêm kir, ji aliyê BDPê ve nehatiye eşkerekirin. Ez vê eşkerekirinê, ji bûyereke rojnamevaniyê zêdetir, wek operasyoneke li dijî pêvajoyê dibînim. Dîsa jî eşkerebûna naveroka hevdîtina li Îmraliyê, ne sabotaj e. Madem dixwazin her tişt zelal bimeşe, pêwiste vê wek li ber pêvajoyê asteng nebînin.
Karayilan, helwesta CHP û MHPê jî rexne kir û got, gelo hûn şer dixwazin? Baş e, em dikarin 50 salî din jî şer bikin. Hûn nikarin tevgera me biqedînin. Hûn nikarin gelê Kurd biqedînin.
Karayilan, “çareseriya pirsgirêka Kurd, ancax bi îade kirina mafên gelê Kurd, ku ev mafên xwe ji gelbûnê digre, pêkan e. Baş binêrin, ez nabêjim ‘dayîn’ ez dibêjim ‘îade kirin’. Çimkî ev mafên gelê Kurd, bi makezagona 1924 an hatine gasp kirin.”
AVESTA KURD