Serrûpel Nûçe “Şandeya sêyem wê biçe Îmraliyê“

“Şandeya sêyem wê biçe Îmraliyê“

Belav bike

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergîn, beşdarî televîzyona Tv.24ê bû û pirsên pêşkêşvan Elîf Çakarê bersivandin.
Di derbarê pêvajoya çareseriyê a Îmraliyê de wezîr Ergîn wiha axifî: “Peyamek çû Qendîlê. Helbet bersiva vê peyamê wê bigihêje Îmraliyê. Di vê helwestê de ti teredutên me tine ne. Şandeya 3. a ku wê biçe Îmraliyê derengiyê nakeve, di nav heftekî de wê diyar bibe. Guman e ku di hefteya pêş me de hin pêşketin derkevine holê.”
Wezîr Ergîn îfade kiriye ku, piştî hevdîtinan îrade wê her biçe zelal bibe û plana pêvajoyê wê hîn şênber be.
Di derheqê eşkerekirina naveroka hevdîtina li Îmraliyê de jî wezîr Ergîn diyar kiriye ku, di hevdîtinên vekirî de not nayên girtin. Ancax bi biryara dadgehê, destûr ji bo not girtinê tê stendin. Ev girteyên ku eşkere bûn, notên ku di hevdîtinê de hatine girtin nîn in, notên ku piştî hevdîtinê parlementerên BDPê bi xwe, tiştên ku di serê wan de mane nivîsandine ne.

AVESTA KURD