Serrûpel Nûçe “Sîlehên di destê PYD de yên Sûriyê ne”

“Sîlehên di destê PYD de yên Sûriyê ne”

Belav bike
Şervanên ku çek rakirine di bin wêneyê serokê PKK de sond duxun.

Heta niha jî YPG-PYD rê nade aliyên din yên siyasî ku ew jî rahêjin çekan û bibin hêz.

Berê her partiyeke ku hewl da sîlehê rake, PYD-YPG ew bi hevkariya ligel Tirkiyê û “xiyanetê” tewanbar kir.

Serokê Konseya Artêşa Azad li Sûriyê bi zimanekî tund PYD tewanbar kir.

General Mislim Idrîs li parlamentoya Ewropa axaftinek kir û got ku sîlehên di destê hêzên PYD – YPG de, yên rêjîma Sûriyê ne.

Idrîs got ku rêjîma Sûriyê sîlehan dide PKK û wê li dijî Tirkiyê bi kar tîne.

Idrîs got ku ewê neyên lîstoka PKK-Rjîma Sûriyê. 

Selîm Idrîs li Sûriyê Kurd hene, ew birayên wan in.

Idrîs got her kesekî li Sûriyê xwedan heman mafan e, her hemwelatiyekî Sûriyê xwediyê çi mafî be, Kurdek jî xwediyê heman mafî ye.

AVESTA KURD