Serrûpel Nûçe Kurdistanê li Ewrupa “stand” vekir

Kurdistanê li Ewrupa “stand” vekir

Belav bike

Cara yekem e ku Kurdistanê li Ewrupa dinasînin. Îsal, Rêvebiriya Herêma Kurdistanê jî beşdarî 57.Fuara Turîzmê a Berlînê bû.
Fuara Turîzmê a Berlînê, di qada xwe de li cîhanê fuara herî mezin e. 180 welat beşdarî fuarê dibin. Rêvebiriya Herêma Kurdistanê jî, di fuarê de stand vekir û Kurdistanê li Ewrupa dinasîne.
Di bergeha fuarê de, ji 180 welatî, 11 hezar fîrma, 180 hezar turîzmvanên profesyonel û 7 hezar rojnamevan tên ezimandin.
Di fuarê de bruşûr û CD’yên ku Kurdistanê dinasînin tên belav kirin.
Di standa Kurdistanê de Hdreen El Uzeyrî û Şukru Îbrahîm, du navên ku Kurdistanê ji mêvanan re didin nasîn in.