Wesiyeta Muslum Gurses tine hesibandine. Stranbêj Muslum Gurses, di wesiyeta xwe de xwestiye ku li Rihayê were binaxkirin lê ew li Stenbolê, li Zîncîrlikuyuyê hate defin kirin.
Li gorî nûçeya ku di rojnameya Sabahê de hatiye weşandin, Muslum Gurses hîn ku wefat nekiriye, daxwaz kiriye ku, li Rihayê, li kêleka bav û brayê xwe were binaxkirin.
Piştî wefata Gurses, di çapemeniyê de cih girt ku, wî di wesiyeta xwe de bi taybet diyar kiriye ku, bila piştî mirina wî, fîlma wî çênekin. Sedema vê jî, ji ber ku bavê wî dayika wî kuştiye bûye.
Stranbêjê bi navûdeng Muslum Gurses, hefta çûyî, li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dabû.
AVESTA KURD