Nivîskar, rojnamevan Can Dundar, dixwaze belgefîlmeke di derheqê jiyana Rêberê PKK Abdullah Ocalan de bikişîne.
Li gorî îdiayê, Can Dundar, bi rêya Parlementerê BDPê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, ku di 23ê Reşemê li Grava Îmraliyê bi Ocalan re rûniştibû, ji Ocalan re slavê xwe şandine û gotiye ku, “ger ku Ocalan destûrê bide, ez dixwazim di derheqê jiyana wî de belgefîlmekê çêbikim.”
Sirri Sureyya Onder, di hevdîtina li Îmraliyê de bi Ocalan re ev agahiya parve kiriye.
Rojnameya Milliyetê, dema ku girteyên hevdîtina Îmraliyê weşandin, ev beşa û navê Can Dundar ji girteyê derxistiye.
Ev îdiaya Sirri Sureyya Onder, li ser hesabê facebooka xwe parve kir.
Can Dundar, ligel nivîskarî û rojnamevaniya xwe, bi belgefîlmên ku çê kirine jî tê naskirin. Heta niha belgefîlmên helbestvan Nazim Hîkmet, Ataturk, Bulend Evewît, Denîz Gezmiş û hîn gellek belgefîlmên din kişandine.
AVESTA KURD