Serrûpel Nûçe “Bi navê Kurd milletek tine, ew Tirk in“

“Bi navê Kurd milletek tine, ew Tirk in“

Belav bike
Parlementerê Mêrsînê û Cêgirê Serokê Koma MHPê Mehmet Şandir, hebûna Kurdan qebûl nake û îdia dike ku Kurd tine ne, yên ku xwe Kurd dihesibînin eslê wan Tirk in.
Parlementerê partiya nijadperest wiha gotiye: “Heta ku nebî millet, nikarî bibî dewlet. Bi navê Kurd milletek tine ye, Kurd ji nijada Tirkan in. Ku Tirk li kuderê hene, Kurd jî li wira hene. Cudatiya zimên ji bo bibî billet bes nake. Li ser vê erdnîgariyê hezar sale ku em bi van kesan re dijîn. Fikra min ew e ku, Kurd Tirk in û ji nijada Turaniyan tên. Hezar sale ku me tev jiyan kiriye. Qedera me yek e, kevneşopiyên me yek in. Em wek goşt û neynokê bûne milletek…”

AVESTA KURD