Serrûpel Nûçe Sûretên nû yên Seîdê Kurdî derketin holê

Sûretên nû yên Seîdê Kurdî derketin holê

Belav bike

Rojnameya Zamanê, 3 sûretên Bedîûzaman Seîdê Kurdî yên ku di sala 1960 an de, 3 meh berî wefata wî hatine kişandin weşandin.
Sûret, 53 sala berê, ji aliyê fotokêş Sokmen Baykara ve, li Stenbolê li otela Pierre Lotî hatine kişandin. 
Fotokêş Sokmen Baykara, di derbarê sûret kişandinê de wiha gotiye: Li pêşberî otelê, herkes li benda Seîdê Kurdî bû ku ew derkeve derve. Ez wê demê hîn fotokêşekî bêtecrûbe bûm. Ez derketime şaneşîna oda ku Seîdê Kurdî lê dima û min sûretên wî kişandin. Piştî wefata wî, derket holê ku, bi telebeyên xwe re gotiye, “têkilî wî zarokî nebin, ew karê xwe dike.”
Sûret, 3ê Rêbendana 1960 an de hatiye kişandin.

AVESTA KURD