Serrûpel Nûçe Berdevkê HPG: Dîl sibe tên berdan

Berdevkê HPG: Dîl sibe tên berdan

Belav bike

Berdevlê HPG’ê Bextiyar Dogan derbarê dîlên di destê gerîlayan de ji Rûdawê re wiha got: “Dîl sibe tên azadkirin.” Dogan eşkere nekir ku wê li kuderê û çawa bên berdan.

Parlamenterê BDP’ê yê Colemêrgê Adil Kurd ji Rûdawê diyar kir ku îro derbasî Herêma Kurdistanê bûn.

Adil Kurt derbarê berdana dîlên di destê PKK’ê de diyar kir ku hê ne diyare wê li kuderê û kengê bên berdan. Kurt wiha got: “Emê îşev li Hewlêr bimînin. Hê bernameya me zelal nebûye. Dibe ku sibe bên berdan.”

Parlamenterê BDP’ê Adil Kurt destnîşan kir ku wê li Hewlêrê ligel rayedarên Herêma Kurdistanê hevdîtinan bikin û piştre wê bernameya wan zelal bibe. Kurt diyar kir ku ew bi hêvîne sibe dîlên di destê PKK’ê de bên berdan û bigihin malbatên xwe.

Navê dîlên bên berdan wihane; Endamê qeymeqamtiyê Kenan Erenoglu, Berbaz Abdullah Sopçeler, Çawîşê Pispor Zîhnî Koç, Pisporê Çawîş Kemal Ekîncî, leşker Hadî Gîzlî, Ramazan Başaran, Reşat Çeçan û polîs Nadîr Ozgen.

Rûdaw / Bîlal Ehmed û Mihemed T. Orhan