Ji aliyê çapemeniya Tirkiyê ve tê îdiakirin ku, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, wê banga aşitiyê bi navbeynkariya ti kesan ne, bi sînevîzyonê, bi deng û dîmenên xwe, wê bang li PKKê bike ku çekan berdin.
Li gorî nûçeyan, li Grava Îmraliyê dike vîdyoyek were amadekirin. Ev vîdyoya bi sînevîzyonê wê di pîrozbahiya newroza Amedê de ji gel re bidine temaşekirin.
Xwediyên îdiayê xwe dispêrinê vê agahiyê; Ocalan, di hevdîtina 23ê Reşemê de a bi şandeya BDPê re gotiye ku, plana aşîtiyê a ku min amade kiriye, ez ê di newrozê de eşkere bikim. Plana aşîtiyê ez ê bi xwe îlan bikim.
Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kiriye ku, Ocalan, di 21ê Adarê de di pîrozbahiyên newrozê de wê plana xwe a aşîtiyê îlan bike.
AVESTA KURD