Serrûpel Nûçe Lîsteya mirinê a karsazên Kurd

Lîsteya mirinê a karsazên Kurd

Belav bike

Di salên 1990 an de, di heyama serokwezaretiya Tansu Çiler de, ku wê demê Mehmet Agar jî wezîrê karê navxweyî bû, qala lîsteya mirinê a karsazên Kurd dihat kirin. Di wan salan de gellek karsazên Kurd, yên wek Savaş Buldan, Haci Karay, Behcet Canturk li ser hev dihatin kuştin. Dihat îdiakirin ku, navên di lîsteya mirinê de ne, alîkariya madî a PKKê dikin.
Di sala 1993 an de serokwezîra wê heyamê Tansu Çiler wiha gotibû, “em navên ku PKK ji wan pera distîne yên karsaz û hunermendan dizanin. Em ê hesêb ji wan bipirsin.”
Piştî ev daxuyaniya Çiler, yek bi yek kuştina karsazên Kurd destpêkiribû. 
Polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkin, di derbarê kuştinên kiryar nediyar yên salên 1990 an de diyar kiribû ku, bi zanebûna dewletê û a Desteya Ewlehiyê a Netewî kuştin tên kirin û 4 navên ku di wan salan de hatibûn kuştin dabûn; Yusuf Ekinci, Namik Erdogan, Faik Candan û Mecit Baskin.
Parêzer Yusuf Ekinci, li Enqerê ji biroya wî hatibû girtin û hatibû înfaz kirin. Malbata Ekinci, di sala 2011 an de serî li dozgeriyê dabû û li ser vê ji nû ve lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Dozger Mustafa Bilgili, ji polîsan lîsteya mirinê a karsazên Kurd xwestiye. Lêkolîn berfireh tê kirin û tê lêkolînkirin ku, lîsteya mirinê a karsazên Kurd heye an na. Di dosyayê de navê Tansu Çiler, Mehmet Agar û Mesut Yilmaz jî derbas dibe. Tê gotin ku haya van navan ji lîsteya kuştinê a karsazên Kurd heye.
Di vê bergehê de, gellek belge û agahiyên ku li Golcuk û ji aliyê Dadgeha Ergenekonê ve hatine bidestxistin jî, ji Stenbolê şandine Enqereyê.
 

AVESTA KURD