Serrûpel Nûçe Papayê nû: Jorge Mario Bergoglio

Papayê nû: Jorge Mario Bergoglio

Belav bike

Piştî îstifaya papa 16.Benediktus, li cîhanê dihat meraqkirin ku kî wê bibe rêberê rûhanî yê alema Katolîkan. Li Vatîkanê hilbijartina ji bo papayê nû hate lidarxistin. Di roja duyem de piştî nîvro, di rojinga Şapela Sistineyê de dûmana sipî bilind bû. Ew jî dihat vê wateyê; papayê nû hatiye hilbijartin. Bi hezaran mirov, bi hilbijartina papayê nû li qadan kom bûn û kêfxweşiyên xwe jîyan. 
Papayê nû yê ku dike rêbertiya alema 1.2 mîlyar Katolîkan bike yê 266. Kardînalê Arjantînî Jorge Mario Bergoglio ye.
Papayê nû, ji 48 welatan, ji aliyê 115 Kardînalî ve hate hilbijartin.
Sibê, di rojînga Şapela Sistineyê de dûmana reş bilind bûbû, yanê ji hilbijartinê encam nehatibû girtin. Piştî nîvro dûmana sipî bilind bû û ev jî ji bo kesên ku li benda mizginiyê bûn agahiyeke baş bû.  
Di rojên hilbijartinê de, şîva Kardînalên ku deng didin rahîbe amade dikin. Di şîvan de gost nayê bikaranîn. Heta ku hilbijartin bi dawî bûye, Kardînal tenê fêkî û sebzeyan dixwin. 

AVESTA KURD