Parlamenterê Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP’ê Esat Canan, bi Wezîrê Aboriyê Zafer Caglayan û şandeyeke karsazên Tirkiyeyê beriya 2 heftiyan çûn Riyada Erebistanê. Şandeya ku ji Tirkiyeyê çû li otêleke navdar a Malbata Kraliyeta Erebistanê bi cih bûn. Li vir alên gelek welatan hebû lê ala Tirkiyeyê tunebû. Esat Canan li hemberî tunebûna ala Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da û xwest ev al demildest di nava alên din de cih bigre û li pêşiya otelê bê daliqandin. Ev yek li Tirkiyeyê di medya û çapameniyê de jî cih girt. Li ser Tora Civakî ya Medyayê facebook û twitterê hin kesan piştgiriya Canan kir û hin kurdan jî li hemberî Canan nerazîbûn nîşan da.
‘Em li alê xwedî derketin’
Esat Canan, rastiya vê bûyerê ji Rûdawê re wiha vegot: “Ew bûyer rast e. Weke herkes dizane ligel Wezîrê Tirkiyeyê em bi 5 parlamenteran re li gel karsazan çûn Riyada Erebistanê. Wextê em çûn li otêla Malbata Kraliyeta Erebistanê bi cih bûn. Oteleke gelek mezin bû. Li pêş otelê alên 60 dewletan hebû lê ala Tirkiyeyê tunebû.
Min jî got bila ala Tirkiyeyê jî li van dîrekan bidin. Piştre ev al lê hate dayîn û hate daliqandin.”
‘Nerazîbûnên li hemberî min xelet in’
Canan, derbarê nerazîbûnên kurdan ê di medyaya civakî de jî nêrînên xwe bi Rûdawê re parve kir û got ev nerazîbûn xelet in.
Canan, wiha axivî: “Em vê alê weke ala Tirkiyeyê hisab dikin. Al ne tenê ala tirkan e. Hem ya me kurdan hem a tirkan e. Ji ber vê yekê me got bila al bê daliqandin. Em xwedî li alê derketin. Ez nerazîbûnan niheqî dizanin. Tu îtiraza kurdan li hemberî alê tune ye. Al ala me hemûyan e. Ji ber vê yekê ew xelet in. Ew nerazîbûn xelet in, nebaş in. A rast em vê alê ya xwe jî hisab dikin. Ev al ne tenê ya nijadperestan e, ya me ye jî. Ev al sembola welatê Tirkiyeyê ye.”
(