Serrûpel Nûçe “Ne efû heye ne jî statû jî”

“Ne efû heye ne jî statû jî”

Belav bike

BDP, di newroza îsal de, ku tê payîn di pîrozbahiya newroza Amedê de ji devê Ocalan plana çareserkirina pirsgirêka Kurd bê eşkerekirin, bi slogana “ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statû” derdikeve pêşberî gel.
Cîgirê Serokwezîr Bekîr Bozdag, ji vegera Elmanya di balefirê de bersiv daye ev daxwaziya BDPê û gotiye, “ne ji Ocalan re azadî dibe, ne jî ji bo Kurdan statû. Ji xwe Kurd wekhev in.”
Bozdag îfade dike ku, di vê pêvajoyê de ef û statû xwestin, pêvajo sabotaj kirin e. Bozdag wiha têde çûye: “Ne pêkan e ku ji Ocalan re ef derkeve û Ocalan dikaribe siyasetê bike. Me ev bi caran aniye ziman. Van xwestekana karê kesên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin e. Bi van gotinana dixwazin gelê me ji paş pêvajoyê dûr bixînin. Qet ef tine ye. Ti rastiyeke bilêvkirina statûyê jî tine ye. Li vî welatî herkes wekhev e û hemwelatiyê Komara Tirkiyê ye. Gotinê ku ji devê me derdikevin em berpirsyar in. Gotinên ku kesên din dikin, bi temamî ji bo pêvajo sabote kirinê ye.”
Bozdag di derdarê 4.pakêta darazê de jî diyar kiriye ku, di pakêtê de ti guherîn wê çê nebin.

AVESTA KURD